Gustîla Pîroz

von

Ne min mey vexwar ji tasa destê meyfiroş, ne digel yarê li meyxanê bûme badenoş.
Gel li meyxana ji meyxworî, ez li meydana ji xemxworî dibim sermest û serxwoş.
Min mey li xwe qedexe kir da ji cirnê kewserê digel horiyan bikim noşenoş.
Min yar ji xwe xeyidand da li firdewsê di gel periyan bikim keyf û xur û coş.
Min cama şerabê şikand, bade û mey li meyxanê rijand, lew ji min xeyidî saqî.
Min guh neda Cûdî û Laleşa Şîrîn lew ji min xeyidîn Zerdeşt û Manî û Xanî.
Alem, ji tewafa tasa şerabê mest û serbest û serdest, ez bi secde û hec û zekatê, jar û hejar û sermest.
Saqî, li bextê te me, dagire ji min re tu tasek ji wê şeraba sor, bila horî û perî tev bibin gorbegor.
Eger zehmet nebe peyda bike ji bo min saqî, tu şoxekî, emê li xwe bikin her yek çoxekî,
Emê tev de bigerin li banê gerdûn, belkî peyda bibe ji bo me jî jiyan û hebûn.