Autor: Rêşad Sorgul
Rêşad Sorgul di sala 1968’an de li navçeya Amedê Çinarê li gundê Qerqatkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Ji zaroktiya xwe heta ji welat derket cotkarî kir. Di sala 1991’ê de çû paytexta Misirê Qahîrê. Sê salan li Qahîreyê ma. Salekê li zanîngeha Bêrûtê şaxê Iskenderiye beşê Huqûqê xwend. Du salan jî li Zanîngeha el-Azherê beşê dîrokê xwend. Di îlona sala 1994’an de ji Qahîreyê derket. Piştî çar mehan xwe gihand bajarê Elmanyayê Hannoverê. Du salan jî di derxistina kovara Baweriyê de xebitî. Di gulana sala 1997’an de li MED TV’ê dest bi xebatê kir. Paşê li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TV xebitî. Niha jî li Stêrk TV dixebite.